Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Komîteya Amadekara Şahiya Newrozê daxwaza pêkanîna şahiyê da Walîtîya Amedê û walîtîyê qebûl kir.
Li Stenbolê hatibû plankirin ku di 19ê Adarê de li Bazara Gelî ya Bakirkoyê Newroz bê pîrozkirin lê Walîtîya Stenbolê destûr nedabû.
Cihgirê hevserokên HDPyê, Nadir Yildirimî got:
“Em ê agirê Newrozê ji sedan zêde cihan pîroz bikin. Heke bê astengkirin em ê li hezaran cihan pîroz bikin. Me ji bo 37 navendan plana rêxistina şahiyê çêkiriye.
“Walîtîyê bersiva erênî daye me. Ji bo Amedê destûr hat dayin.
“Li hinek deran ji bilî 21ê Adarê pîrozkirina Newrozê hat qedexekirin. “
Di 17ê Adarê de li Nisêbînê Newroz dê bê pîrozkirin.
Di 18ê Adarê de li Izmîr, Bûrsa, Edene, Dêrsim, Dîlok, Meletî, Bazid, Manîsa, Kocaelî, Sêrt Newroz dê bê pîrozkirin.
Di 19ê Adarê de li Stenbol, Mêrsîn, Antalya, Rûha Gever, Êlih, Konya, Qers, Hatay, Qosar Newroz dê bê pîrozkirin.
Di 20ê Adarê de li Mûş, Cizîr, Îdir, Bilîs, Colemêrg, Agirî, Çewlig Newroz dê bê pîrozkirin.
Di 21ê Adarê de li Wan û Amedê Newroz dê bê pîrozkirin.
(NV/MB)