Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Serokwezîr Binali Yildirim di civîna serokên bajêr ên partiya xwe de axivî.
Yildirim destnîşan kir ku li Helebê 40 hezar kes hatine tehliyekirin û derbarê geşedanên çêkirina makeqanûna nû de nirxandinan kirin.
Li gorî nûçeya Cumhuriyetê Yildirim aniye ziman ku di nav AKPê de derbarê çêkirina makeqanûna nû de hin tevlihevî hene û gotiye: “Em ê di vê warê de hişyar bin. Em ê derbarê wan mijaran de jî xebatan bikin. Em vê makeqanûnê bi tena serê xwe çênakin.”
Li gorî nûçeya DHAyê axavtina Yildirim bi vî rengî ye:
Makeqanûna nû
“Di sîstema makeqanûna nû de serokwezîr û lijneya wezîran nîn e, Serokomar û kabîneya wî û meclis heye.
“Hunê di heman demê de serokomar û endamên meclisê bibijêrin. Eger di hilbijartina yekem de serokomar di bin %50 deng hilnede wê 15 roj şûnde dîsa hilbijartin were kirin. Navê vê yekê Sîstema Serokomariyê ye.
“Li alîkî meclis, li aliyê din jî serokomar û kabîneya wî heye. Herkes dikare di her mijarê de wan gilî bike. Ev yek weke niha wê di meclisê de jî were nirxandin. Dadgeh dikaare wî û kabîneya wî jî dad bike.”
“Hin tişt hene ku serê hevalê me pê tevlihev bûye”
Li gorî nûçeya Cumhuriyetê Yildirim aniye ziman ku di nav AKPê de derbarê çêkirina makeqanûna nû de hin tevlihevî hene û gotiye:
“Em ê di vê warê de hişyar bin. Em ê derbarê wan mijaran de jî xebatan bikin.
“Em vê makeqanûnê bi tena serê xwe çênakin.”
Cumhuriyet bi manşeta “Di AKPê îtîraz heye” ve derket
Di manşeta rojnameya Cumhuriyetê de îro hat gotin ku di nav AKPê de derbarê çêkirina makeqanûna nû de gelek kes îtirazên xwe tînin ziman.
Di nûçeya ku bi îmzeya Emîne Kaplan ve hatiye weşandin wiha hat gotin:
*Di civîna ku Serokwezîr pêşniyaznameya makeqanûnê pêşkêş kir de gelek kes rexneyên xwe anîn ziman.
*Bi tabetî parlementerên bajarên kurdan gelek AKPî anîn ziman ku pêkanîna cigirê parlementeriyê û temenê kesên bijartî anîna ser 18an rexne kirin û helwesta “Em her roj bi metirsiya tiştek bi were ve nikarin bijîn”.
*Hin parlementeran wextê pêşniyaznameyê rexne kirin û gotin ku di nav OHAL û êrişên terorî de nabe ku referandûm were kirin.
(EKN/YO)