Yenî Yaşamê ji ber koronavirusê navber daye weşana çapkirî
Rojnameya Yenî Yaşamê ji ber koronavirusê navber daye çapkirina xwe. Ji niha şûn de dê rojname bi awayekî dijîtal 24 saetan weşana xwe bidomîne. Rojname wê PDFên rûpelên xwe her roj li ser malpera xwe biweşîne.

Fotograf: MA
Rojnameya Yenî Yaşamê, ji ber vîrusa koronayê ku her roj li seranserê cîhanê dibe sedema mirina bi hezaran mirovan, navber daye weşana xwe ya çapkirî. Rojnameyê di rûpele xwe yê yekemîn bi ser navê “Ev ne nivîsa xatirxwestinê ye” têkildarî mijarê daxuyaniyek daye û ragihandiye ku ji ber şertên vîrusa koronayê derxistiye holê, ew rast nabîbin rojnameyê bi awayekî çapkirî biweşînin.
Ji niha şûn de heta ku rewşa awarte ya ji ber vîrusa koronayê asayî bibe dê rojname 24 saetan bi awayekî dijîtal weşana xwe bidomîne. Rojname wê PDFên rûpelên xwe jî her roj li ser malpera xwe biweşîne. (FD)
* Çavkanî: MA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.