Yekîtiya Ewropayê (YE) bang li rejima Beşar Esedî û alîgirên rejîmê kir ku li Îdlibê êrîşên li dijî sivîlan bidin sekinandin.
Peter Stanoyê Berdevkê Komîsyona YEyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir li rojavayê bakurê Sûriyeyê rojên dawîn di êrîşên hêzên rejim û alîgirên wê da piranî jin û zarok 35 sivîl hatin kuştin û got ku li herêmê agirbest xera bû û ji herêmê 350 hezar sivîl û ji cî û warê xwe bûne.
Stanoyî diyar kir li Îdlibê bombebaran û êrîşên esmanî yên dijî sivîlan nayên qebûlkirin û divê bên sekinandin û YE heta êrîşên navborî bidomin wê mueyîdeyên dijî rejima Esed bimînin û got ku ji bona alîkariya însanî divê korîdora alîkariyê ava bibe.
(MB)
*Çavkanî: AA