Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekîtiya Doktorên Tirkan (TTB) û odeyên doktoran ji bo çalakiyên Meşa Spî, Civîna Spî û ya 15ê Kanûna Pêşiyê binirxînin, duh (21ê Kanûna Pêşiyê) civîneke çapemeniyê li dar xistiye. TTB û odeyên doktoran, çalakiyên navborî li gorî bernameya têkoşînê ya bi navê "Ked a me ye gotin a me ye" pêk anîbûn.
Civîn li Salona Civînê ya Sevînç Ozguner a Odeya Doktoran a Stenbolê (ÎTO) li dar xistine. Seroka Desteya Navendî ya TTByê Prof. Dr. Şebnem Korûr -Fîncanci, Endama Desteya Navendî ya TTByê Dr. Çîgdem Arslan, Seroka ITOyê Prof. Dr. Pinar Saîp, endamên Desteya Rêvebir ên ÎTOyê Dr. Osman Kuçukosmanoglû û Dr. Osman Ozturk beşdarî civînê bûne. her weha rêveberên odeyên doktoran ên Enqere, Antalya, Aydin, Balikesîr, Êlih, Bolû-Duzce, Çanakkale, Denîzlî, Amed, Eskîşehîr-Bîlecîk, Dîlok-Kîlîs, Hatay, Îzmîr, Kirklarelî, Kocaelî, Manîsa, Mêrsîn, Mûgla, Samsûn, Riha, Tekîrdag û Wan-Colemêrgê jî online beşdar bûne.
“Heta em mafên xwe bidest bixin...”
Prof. Dr. Şebnem Korûr - Fîncanciyê di destpêka civînê de axiviye û gotiye ku piştgiriya civakê ya ji bo têkoşîna ku wan di meha Çiriya Pêşiyê de daye destpêkirin, di çalakiya 15ê Kanûna Pêşiyê de bêhtir berbiçav bûye:
“Li dijî herifandina nirxên me yên pîşeyî û bêqîmetkirina kedkarên tenduristiyê, bivê nevê divê têbikoşin. Em ê ji niha û pê de jî çalakiyên xwe yên spî berdewam bikin; ta ku em mafên xwe bidest bixin, qîmeta xwe bibînin!”
Seroka ÎTOyê Prof. Dr. Pinar Saîpê jî diyar kiriye ku tenduristî ti carî ewqas bê qîmet nebûye, kedkarên tenduristiyê ti carî ewqas bêhêz nebûne.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, serokên odeyan jî axivîne û civîn bidawî bûye. (EMK/FD)