Fotograf: Mûrat Başol
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Enstîtuya Mafên Mirovan ya Yekitiya Baroyên Navneteweyî(IBAHRI) têkildarî biryara cezayê “muebbeta girankirî” ya di doza Geziyê de li Osman Kavala hatiye birîn daxuyanî daye.
Enstîtuyê biryar şermezar kiriye û gotiye ku Tirkiyeyê di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) de li dijî serdestiya hiqûqê û bêalîbûna darazê helwest nîşan daye.
“Tirkiye li cihê vê, hewl dide zextan li azadiya kombûnê û mixalefetê bike.”
Ramberg: Bêalîbûna darazê tune hesibandin
Anne Ramberg, Sekretera Giştî ya berê ya Yekitiya Baroyên Swêdê û Hevseroka IBAHRIyê derbarê biryarê de weha gotiye:
"Bi biryara derbarê Kavalayî de serdestiya hiqûqê û bêalîbûna darazê tune hatiye hesibandin.Girtin û cezakirina Kavala ne tenê rê li ber beralîkirina edaletê vekir. Di heman demê de çawaniya darizandinên li dijî mafparêzan yên ji aliyê dewletê ve jî da diyarkirin."
“IBAHRİ, cezayê muebbeta girankirî yê ku bê merc li Osman Kavala hatiye birîn bi awayekî zelal şermezar dike û li gel hemû tewanbariyan dixwaze ku biryar bê betalkirin û azadiya wî lê were vegerandin.”
Mark Stephens, Hevserokê IBAHRIyê jî bang li dadgehên temyîzê kiriye û gotiye demildest biryara dadgeha herêmî betal bikin û weha gotiye:
“Heman tacîza edlî ya sistematik bûye sedem ku li tevahiya wî welatî hezar û 600 parêzer were girtin û bi giştî 2 hezar û 966 sal cezayê girtîgehê li wan were birîn.”(HA/AY)