Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îdianameya li ser 16 mafparêzan duhî hatibû qebûlkirin, îro roja dadkirinê hatiye eşkerekirin. Di nav mafparêzan de Osman Kavala heye ku 16 meh in di girtîgehekê de ye. Herweha rojnameger, Can Dundar, lîstikvan, Mehmet Ali Alabora jî di nav de ne.
Dadgeha Cezayên Giran a 30. a Stenbolê biryar daye ku rûniştina yekem ya dadkirina mafparêzan dê 24ê Hezîranê be.
AA: Dê li Silîvrîyê be
Li gor nûçeyeka Ajansa Anadolûyê, tê texmînkirin ku rûniştina yekem ya dadkirina dê li Silîvrîyê be.
Bixwîne - Îdianameya Parka Geziyê: Mafparêzan xwestiye “sivîl rabin serhildanê”
Kesên din ên bi îdiaya ku “dixwestin hikûmetê jinav bibin” di îdianameyê di navê wan derbas dibin ev in:
Endamê Lijneya Rêveber a Anadolu Kultur A. Ş.yê Ali Hakan Altinay, Mîmar Mucella Yapici, lîstikvan Ayşe Pinar Alabora, sînemager û rojnameger Çîgdem Mater Ûtkû, Nûnera Tirkiyeyê ya Weqfa Civaka Vekirî Gokçe Yilmaz, nivîskar Handan Meltem Arikan, Koordînatora Navenda Pêşxistina Civaka Sivîl Hanzade Hîkmet Germiyanoglû, Înanç Ekmekçî, alîkarê derhênerî/ê, sînemager û reklamsaz Mîne Ozerden, parêzer Can Atalay, Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxê Stenbolê yê Odeya Plansaziya Bajaran ê TMMOBê û endamê Lijneya Rêveber ê heman saziyê, akademisyen Tayfûn Kahraman, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveber ê Anadolu Kultur A. Ş. yê û Endamê Lijneya Rêveber ê Dibistanên Weqfa Terakkiyê Yîgît Alî Ekmekçî.
Hin xalên balkêş ev in:
32. Henekên xwe bi polîsan kirine (Di dema bûyerên Geziyê de gelek çalakvanan slogan avêtine û bi tevgerên laşî henekên xwe bi polîsan kirine)
Bixwîne - Îdianameya derbarê Osman Kavala û 15 mafparêzan de hatiye qebûlkirin
57. Bi hevala/ê xwe re şa nebûye
63. Derneketina ji malê (Di serî de Mehmet Alî Alabora, gelek kesên bi Mi Minorê re têkildar, di dema bûyeran de ji malên xwe derneketine)
68. Penahî (Di dema bûyeran de digel hemû hişyariyan, piştî mudaxeleyan belav bûne û xwe avêtine avahiya DİSKê, Mizgefta Dolmabahçeyê û Otela Dîvanê)
70. Koçberiya protestoyî (mînak hîcret. Mehmet Alî Alabora di serî de gelek kesên têkildarî Mi Minorê li Ingîltereyê dijîn)
Dozgerî diyar kiriye ku di dema çalakiyan de kulma xwe ber bi jor ve bilind kiriye û xwestiye bi vî awayî têkiliya çalakiyên Geziyê bi rêxistina OTPORê re çêbike. OTPOR di amblema xwe de kulma ber bi jor ve bi kar tîne.
Her weha ji ber ku serokê OTPORê Ivan Maroviç û Mehmet Alî Alabora di heman demê de li Misrê bû ne, dozgerî têkilî di navbera OTPOR û çalakiyên Geziyê de çêkiriye.
(HK/MB)