Yekem bultena Infowelatê derketiye. Bulten ji 12 rûpelan pêk hatiye û wê mehane derkeve.
Yekem bülten bi sernavê “Netewe bê ziman nabe demokratîk” çap bûye ku Necat Ayazî hevpeyvvînek bi Ardîn Dîrenî re kiriye. Di hevpeyvînê de têkiliya ziman, netewe û demokrasiye hatiye nirxandin. Dîsa nivîsek li ser kuştina Sakîne Cansiz û têkiliya wê ya bi semboleke şoreşa Fransizî Marianneyê heye.
Bultena Infowelatê her weha nûçeyên derbarê pêşketinên otonomiye yên li cîhanê jî di weşîne. Yek ji wan jî daxuyaniya Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê ye ku otonomî pêşniyazî Korsîkayê kiriye.
Infowelatê de bultenê de nûçeya derbarê barometreya zimanên cîhanê ya sala 2022yan de jî weşandiye ku li gorî vê barometreye kurdî zimanê 60em ê cîhanê ye.
Bultena Infowelatê wê bi formata PDFyê were weşandin. (FD)