Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Beşa yekê ya 20 xalên Pêşnûmeya Yaseya Derbarê Guhertina di Hin Yasayan û Yaseya Xizmetên Serjimariyê de duh bi şev li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hat qebûlkirin. Jinan di nava çend hefteyên derbasbûyî de kampanyayek li hemberî vê guhertinê lidar dixist û digotin ku “Nabe ku ev yasa wiha derbas bibin”.
Li gorî vê guhertinê wê miftî karibin mehran bibirin. Dîsa di dema jidayikbûnê de hewceyî bi belgeya nivîskî nake, beyana bidevkî wê bes be û ji bo kesên bi rêya zewacê bixwazin welatîtiyê bistînin krîtera “exlaqa giştî” tê ferzkirin. Ev guhertin di nava raya giştî de rastî gelek bertekan hatibû.
Serokê Gişti yê AKPyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî li ser bertekan axivî û got, “Hûn bixwazin jî nexwazin jî wê ji Parlamentoyê derbas bibe”.
Pêşnûme bi dengên parlamenterên AKP û MHPyê hat qebûlkirin.
Çend rojin ku jin çalakiyên protestoyî li dar dixin
Nêzîkî 100 rêxistinên jinan û LGBTİyan di rojên derbasbûyî de bi slogana “Nabe ku ev yase wiha derbas bibin” kampanyayek dabûn destpêkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de jin di roja vebûna fermî ya Parlamentoyê Gelê Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) çûbûn ber avahiya Parlamentoyê û bi parlamenterên CHP û HDPyê li baxçeyê Parlamentoyê daxuyanî dabûn çapemeniyê.
Çend roj in ku li gelek bajaran di heman demê de jin li kolanan çalakiyan li dar dixin.
Baskê Jinan a CHPyê li duh li Beşîktaşa Stenbolê hatin ba hev û li hemberî pêşnûmeyê derketin.
Her wiha jin 17yê Cotmehê saetên êvarê li Qada Kalkedonê ya Kadikoyê hatibûn ba hev û pêşnûme protesto kiribûn. Jinan di çalakiya xwe de nameya ku ji parlamenteran re nivîsandibûn xwendin. Di vê nameyê de ji parlamenteran dihat xwestin ku yasa neyê qebûlkirin.
Pêşnûme 3yê Cotmehê li Komisyona Karên Nevxweyî ya Parlamentoyê li ser îtirazên parlamenterên jin ên CHP, HDP û MHPyê şandibûn komisyona jêr. Komisyona jêr, bêyî ku ti guhertinan bike, pêşnûme pesend kiribû.
Helwesta partiyên di parlamentoyê de wiha ye
Di hevdîtinên derbarê yasayê yên li Parlamentoyê de Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu pêşnûme parast û got ku ew ê bibe sedema ku bêhtir kes karibin bigihêjin mehra fermî.
Parlamenterê MHPyê yê Stenbolê Farûk Aksûyî diyar kir ku di dewleta hiqûqê ya esas ew e ku peymana mehrê di çarçoveya hiqûqê de pêk bê û sazkirina nû jî di vê çarçoveyê de ye.
Parlamentera HDPyê ya Stenbolê Huda Kayayê got ku ew ê sazkirin bandorê bêhtir li jinên mihafezekar bike û mafê hevberdanê yê jinan bêhtir binpê bikin.
Parlamentera CHPyê Afyonkarahîsarê Bûrcû Koksalê got, “Êdî dev ji îstismara olî berdin. Em qet wan mafan, bidestxistinan radestî we nakin ku Yasaya Medenî ji bo me çêkirine. Em qet dest ji Komarê bernadin. Hêza we ti caran wê têra standina mafên jinan neke. Hûnê nikaribin bi me.” (ÇT/FD)