Xwepêşandanên Bogazîçiyê
Xwendekarên ku li Kadikoyê hatibûn desteserkirin serbest bûne
Li Kadikoyê duh polîsan midaxeleyî çalakiya Bogazîçiyê kiribûn û gelek xwendekar hatibûn desteserkirin. Kesên hatine desteserkirin piştî îfadeyê serbest bûne.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Prof. Dr. Melîh Bûlû bi biryara Serokomar ji bo Zanîngeha Bogazîçiyê weke rektor wezîfedar bûbû gelek xwepêşandan pêkhatibû. Xwendekaran ji bo ku hevalên wan yên girtî û yên cezayê zîndanîkirina li malê xwerine serbest bimîne duh li Kadikoyê kom bûbûn. Polîsan midaxeleyî çalakiyê kiribûn.
Li gorî hesabê Twîtterê yê Piştgiriya Bogazîçiyê herî kêm 35 kes hatine desteserkirin. Kesên hatine desteserkirin hatine derpkirin.
Piştî kontrola tenduristiyê polîsan kesên desteserkirine biriye Midiriyeta Emniyetê ya Stenbolê ku Taxa Vatanê ye.
Bi îdiaya ku “li dijî qanûna bi hijmar 2911 derketine” îfadeyên xwendekaran hatine girtin. Tevahiya xwendekaran piştî îfadeyê di saetên şeve de serbestbûne.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.