Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xwediyê 23 Dereceyê Gokhan Ozbek ji ber ku li ser platforma medyaya civakî ya Xê (berê Twîtter bû) nûçe parve kiriye hatiye desteserkirin.
Parêzerê Gokhan Ozbek, Gizay Dulkadir diyar kiriye ku sedema desteserkirina Ozbek parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî ne.
Ozbek bi xwe agahiya desteserkirina xwe aşkere kiriye. Ozbek, anîye ziman ku polîs li mala wî lêgerînê dikin û wiha gotiye: “Polîs hatin mala min, biryara desteserkirinê heye. Ya bixêr…”
Ozbek birine Midûriyeta Emniyetê (Şaxa Ewlehiyê) û îfadeya wî hînê dest pê nekiriye.
Ozbek di 1ê Adarê de jî hatibû desteserkirin. Ozbek ku şevek desteserkirî mabû bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezê û Aştiyê hatibû kirin û piştre hat berdan. Ozbek bi nûçeyên ku di kanala 23 Dereceyê de çêkiribû hatibû sûcdarkirin.
(HA/AY)