* Fotograf: unsplash
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), duh (21ê Tîrmehê) derbarê xureka meymûnan de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û zanyariyên dawî yên li belav kiriye.
WHOyê gotiye ku ji serê salê û heta niha hejmara nexweşan ji 14 hezarî bihuriye û di hefteya dawî de li şeş welatên din nexweşî peyda bûye. Saziyê ji ber vê rewşê Komîteya Rewşa Lezgîn a Xureka Meymûnan careke din kom kiriye. WHOyê diyar kiriye ku Komîteyê nîqaş kiriye bê ka "ev şewba li gelek welatan hatiye dîtin, ji hêla tenduristiya civakî tê çi wateyê?"
Komîte cara pêşiyê di meha Hezîranê de civiyabû û endaman tê de gotûbêj kiribûn bê ka hewce heye li seranserê cîhanê rewşa lezgîn a tenduristiya gel ragihînin an na. Di encama civînê de biryar hatibû dayîn ku hewce nake, ew vê rewşê ragihînin.
Dîrektorê Giştî yê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesusî derbarê mijarê de daxuyaniyek daye û gotiye, ji bo biryareke wiha bê dayîn "gelek sedemên ku têkildarî tenduristiya civakê tên nirxandin."
Li gorî daxuyaniya dawî ya WHOyê ji serê sala 2022yê û heta niha li 6 welatan û li 71 dewletên endam, zêdetirî 14 hezar kes bi nexweşiyê ketine. (SD/FD)