Nûçe: Kaos GL, Wêne: Semîh Ozkaraş
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komeleya 17ê Gulanê xizmeta şêwirmendiyê wê bide LGBTI+yên ku vîrûsa HIVê pê re ne.
Xizmeta şêwirmendiyê ya ku ji aliyê Kaos GLyê ve ji bo LGBTI+yên ku vîrûsa HIVê pê re ne dihat dayîn, êdî di bin sîwana Komeleya 17ê Gulanê de tê dayîn.
Di çarçoveya şêwirmendiyê de şêwirmendiya hevsaliyê û dema pêwîst bike wê arasteyî piştgiriya hiqûqî û psîko-sosyal were kirin.
Kesên ku dixwazin ji xizmeta şêwirmendiyê sûdê werbigirin, tenê divê ji navnîşana [email protected]ê re e-mailê bişînin.
Vîrûsa HIVê çi ye?
- HIV ew vîrûsa ye ku rê li ber AIDSê vedike.
- Vîrûsa HIVê zerarê dide sîstema laşparastinê, dibe sedema nexweşiyê.
- Mirovên ku vîrûsa HIVê pê rê ne yên ku dermanên xwe bi rêk û pêk bi kar tînin, bi rêbazên nû yên dermankirinê re vîrûs di laşe wan de bêbandor dibe.
AIDS çi ye ?
- AIDS tê wê wateyê ku Sendroma Bêhêzbûna Sîstema Laşparastinê ya piştre lixwegirtî ye.
- Di nexweşên HIVê de tişta ku dibe sedema mirinê û semptoma derdixe holê nevîrûsa HIVê ye, enfeksiyonên din ên ku di encama têkçûna sîstema laşparastinê de derdikeve holê ne.
(EMK/AY)