Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştgirî daye wan jinan ku ev çend roj in li ser hesabên medyaya civakî behsa tacîza mêran dikin.
Meclîsa Jinan gotiye, “Em li cem her jinê ne kul i dijî tundiya mêran bêdeng namîne.”
“Çalakî bi hevgirtina jinan veguhestiye serhildanekê”
Meclîca Jinan a HDPyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye:
“Bi vê çalakiyê re careke din me dît ku nav, wesif û statuya wan çi dibe bila bibe, mêr jinan tacîz dikin û tundkariyê li wan dikin. Bi vî tiştî re girêdayî ji ber tacîzkeran aşkere dikin, jinan dikin hedef, êrîşî wan dikin û gefan li wan dixwin. Em ango jin dizanin ku desthilatdariya mêran bi polîtîkayên zordestiyê, dixwazin rûmeta çalakiyên li dijî tacîz, tecawiz û tundkariya mêran kêm bikin, bi êrîşên li ser medyaya civakî dixwazin jinan bedeng bikin.
“Jinên ku mêran tundkarî li wan kirine di serî de, divê hemû jin bizanibin, em ango HDPyiyên jin li bal we ne. Em li gel wan hemû jinan e ku li dijî tundiya mêran bêdeng namînin û em ê di têkoşîna xwe de qet gavê bi şûn de navêjin. Em ji wan kesên ku jinan dikin hedef jî dibêjin, yên ku wê bedeng bibin ne jin in, fail in, xew wê ne li jinan lê belê wê li tacîzkeran biherime.”
HDPyê Tûma Çelîk ixrac kiribû
HDPyê parlamenter Tûma Çelîk di 20ê Tîrmehê de ji partiyê ixrac kiribû ku bi êrîşa zayendî ya li ser jinekê dihate tohmetkirin.
Sarûhan Olûç, Wekîlê Serokê Koma HDPyê gotibû fezlekeya derbarê Tûma Çelîkê de gihîştiye Parlamentoyê û wan ew şandiye ji Lijneya Dîsîplînê ya Partiyê re. Olûçî her weha diyar kiribû ku Lijneyê di 5ê Tîrmehê de heta lêpirsîn biqede biryara ixrackirina Çelîkî daye. (EMK/FD)