Komeke aktîvîst, akademîsyen û hunermendên xebatên mafparêziyê dimeşînin û xwedî paşxaneya civakî ya sivîl in, di 1ê Îlona 2021an de li Amedê Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê(bakad) ava kir. Xeta Şêwirmendiya LGBTÎ+yan ya bakadê vebû.
Xeta şêwirmendiyê ya bakadê wê rojên Duşem, Çarşem, În û Yekşemê di navbera saet 10.00-16.00an de xizmetê bide. bakad bi vê xetê dixwaze ji LGBTÎ+ yên ku ji ber meyla wan a zayendî û nasnameya wan a zayendî rastî cudakarîyê tên re bibêje “Tu ne bi tenê yî, ne jî xelet e." û her weha bakad dixwaze bi vê piştgirî û şêwirmendiya hemsalanî bide.
Xeta şêwirmendiyê wê weke anonîm xizmetê bide û kesê ku ji bo piştgiriya şêwirmendiyê telefon dikin wê ji bilî heqê tarîfeya wan, lêgerîna xetê belaş be.
Kesên ku bixwaze dikarin li ser 08508882145 vê hejmarê bi xeta şêwirmendiyê re têkiliyê saz bikin.
Derbarê bakadê de
Komeke aktîvîst, akademîsyen û hunermendên xebatên mafparêziyê dimeşînin û xwedî paşxaneya civakî ya sivîl in, di 1ê Îlona 2021an de li Amedê Komeleya Lêkolînên Çandî ya ji bo Aştiyê – bakad ava kir. bakad armanc dike li ser esasê rêgezên beşdarîxwazî û berfirehiyê demokrasiyê qewîntir bike û aştiya civakî pêk bîne.
Komele bi xebatên xwe yên zanistî û hunerî yên ji bo fehmkirina paşxaneya binyadî û çandî ya newekheviyên civakî yên li ser nîjad, zayend, meyla zayendî/nasnameya zayendî, ol/bawerî, temen û aboriyê, hewl dide li Tirkiyeyê çanda aştiyê berbelav bike.