Fotograf: Burcu Karakaş / DW
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
PEN, Komeleya Nivîskaran aşkere kiriye, wan Emeritus Prof. Dr. Ayşe Bugra hêjayî xelatdayînê dîtine ku li ser navê Duygu Asenayê didin.
Komeleyê sedema xelatkirina Bugrayê bi van hevokan aşkere kiriye:
“Li hemberî êrîşên li ser kesayetiya wê ‘weke her caran helwesta xwe ya aqliselîm, dilnizm neguheriye û berteka xwe bi gotina ‘ez ji bo welatê xwe xemgîn im’ diyar kiriye û dersa mirovatiyê, wicdan û terbiyeyê daye.”
Cara pêşiyê dabûn Çalişlarê
PEN, Komeleya Nivîskaran ev 11 sal in ku xelatê li ser navê Duygu Asenayê dide.
Cara pêşiyê di sala 2007an de ji ber xebata wê ya bi navê “Latife Hanim” dabûn nivîskar Îpek Çalişlarê. Di sala 2008an de dabûn nivîskarên du pirtûkên cida. Yek ji wan pirtûka “Li Tirkiyeyê Tundkariya Li Ser Jinan (TUBITAK)” ya Ayşe Gul Altinay û Yeşim Aratê û ya din jî pirtûka “Dayik Rêheval Xwedavend-Jin û Avabûna Nasnameya Jinan di Tevgera Kurdan de (Iletişim) ya Handan Çaglayanê.
Di sana 2009ê de Pinar Selek, di sala 2010ê de Nevîn Bektaş, di sala 2012ê de Buşra Ersanli û Ayşe Berktay, di sala 2013ê de Komeleya Piştgiriya bi Jiyana Hemdem re, di sala 2014ê de Mucella Yapici, di sala 2015ê de Latife Tekin û Akademiya Gumuşlukê hêjayî xelatdayînê dîtibûn. Di sala 2017ê de Sevgi Ozel, di sala 2018ê de parêzer Nazan Moroglu, Seroka Komisyona Hiqûqa Jinan a Yekîtiya Baroyan, di sala 2019ê de Dayik/Mirovên Şemiyê, di sala 2020ê de jî Platforma Em ê Kuştinên Jinan Bidin Sekinandin xelat wergirtibûn.
Derbarê Duygu Asenayê de
Cara yekem nivîsa wê di sala 1972yê de rojnameya Hurriyetê de bi îmzeya “şirin” hatibû weşandin.
Kovarên “Kadinca”, “Onyedi”, “Ev Kadini”, “Bella”, “Kim”, “Negatîf” bi rê ve biriye. Di rojnameyên Milliyet, Cumhuriyet, Haberturk û Vatanê de gotar nivîsandine.
Pirtûka wê ya yekem di sala 1988ê de bi navê “Kadinin Adi Yok” (Navê Jinê Nîne) hatiye weşandiye û qedexe bûye. Beraet kiriye. Atif Yilmazî ji ber heman pirtûkê fîlmek çêkiriye. 8 pirtûk nivîsandine ku her carê jî ketiye nava lîsteya herî zêde tên firotin. Gelek xelat wergirtine.
Li Stenbolê ji dayik bûye. Koleja jinan a Taybet li Kadikoyê qedandiye. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Pedagojiyê xwendiye.
(EMK/FD)