Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Odeya Doktoran a Amedê(DTO) aşkere kiriye ku ‘Xelata Demokrasî, Dostanî û Aştiyê’ wê îsal bide Emîne Şenyaşara ku 360 roj in li dijî her cûre zext û midaxeleyan nobeta edaletê didomîne. Xelat ji sala 1995an ve her sal bi awayekî rêkûpêk tê dayîn.
Seroka Odeya Tabîban a Amedê Dr. Elîf Tûran di civîna çapemeniyê de destnîşan kiriye ku ew di heyamek ku polîtîkayên ne aştiyane de derbas dibin û mafên mirovan û azadiya wan tê binpêkirin û sepanên antîdemokratîk di dewrê de ne. Tûranê aniye ziman ku herî zêde jî Emîne Şenyaşarê para xwe ji van kirinên antîdemokratîk girtiye û ew xelata xwe ya îsal diyarî wê dikin.
Xelatê di 12ê Adarê de wê bi merasîmek bidin Emîne Şenyaşarê.
Juriya xelatê
Yekitiya Doktorên Tirkan, Odeya Doktoran a Amedê, Komeleya Doktorên Pratîsyen, Baroya Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê, Odeya Doktorên Diranan a Amedê, Odeya Dermanfiroşan a Amedê, Şaxa ÎHDê ya Amedê, Nûnertiya TÎHVê ya Amedê, Şaxa Amedê ya Egîtîmsenê, Şaxa SESê ya Amedê, Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat .
DTOyê di sala 2020an de xelat dabû Dayikên Aştiyê û Kadîr Înanir. Her weha di sala 2021an de jî dabû Eren Keskîn, Seroka Giştî ya IHDyê.
(RT/AY)