Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
18emîn Xelatên Azadiya Fikr û Xweîfadekirinê yên Ayşenûr Zarakolûyê îsal bi mijara “ji bo Aştî, Demokrasî û Mafê Mirovan Têkoşîna Bihevre, Ji Herkesî re Edalet” wê bê belavkirin.
Îşev di saet 19.00an de li Komeleya Mafên Mirovan (İHD) şaxa Stenbolê wê xelatan bi merasîmek bidin xelatgiran.
Komeleyê derbarê mijara xelatên îsal de daxuyani daye û gotiye, “Me mijara xelatên 2019an weke ‘ Vegera li Hiqûqê û Rêzgirtin li Mafên Mirovan’ diyarkiribûn. Mixabin îro ev rewş aloztir û tarîtire. Hiqûq nema ku lê were vegerandin.”
Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê û Komîsyona Xelatê a ji aliyê Weşanxaneya Belgeyê ve hatiye sazkirin, îsal Dr. Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Amêdê û Gonul Ozturkoglûya mafparêz hêjayî xelatdayînê dîtine.
Her weha Dr. Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Amêdê hê jî di girtîgehê de ye.
Derbarê Ayşenûr Zarakolûyê de
Mafparêz û xwediya Weşanên Belgeyê Ayşe Nûr Zarakolû di 28ê Rêbendana 2002yan de ji ber pençeşêrê çû ber dilovaniya xwe. Xelatên Azadiya Xweîfadekirinê û Ramanê ya Ayşenûr Zarakolûyê ji bo bîranîna yek ji avaker û rêveberên İHDyê Ayşe Nûr Zarakolûyê ji sala 2002yan û vir ve tê dayin. (AS/AY/FD)