Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koma ku ji Şahika Yuksel, Suzan Saner, Ayşe Devrim Başterzi, Zerrin Oglagu, Israfîl Bulbulî pêk hatiye, bi gotara xwe ya derbarê jinên êzidî hêjayî xelateke navnetewî hatine dîtin. Assocatiation for Women in Psychology (AWP) xelatan weşanê daye komê.
Xelat ji sala 1977an û vir ve didin wan weşanan ku derbarê psîkolojiya jinan û zayenda civakî de hatine nivîsandin.
“Kayûmî proje bidawî kir”
Zerrin Oglaogu yek ji endama komê behsa gotarê kiriye û wiha gotiye: “Êzidiyên ku di 3ê Tebaxa 2014an de li Şengalê ji ber êrîşên DAIŞê reviyan, hatin sînorê Tirkiyeyê derbas kirin û li Amed û Şirnexê û bajarên din ên herêmê hatin bicihkirin. Li kampa Fidanlikê ya bi taybet bi serpereştiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû avakirin, nêzîkî 5 hezar Êzidî hebûn. Di dawiya sala 2014an de Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê programên psîkososyal amade kirin û Nûnertiya Tirkiyeyê ya Neteweyên Yekgirtî jî piştgirî da vê programê. Bi vê programê re di destpêrê de heftê her roj, paşê jî heftê 2 an jî 3 rojan piştgiriya psîkososyal û ya tenduristiyê didan penaberan.
Piştî ku di Kanûna Paşiyê ya 2016an de kayûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kampa Fidanlikê girt, program jî hatin qedandin.
Derbarê AWPyê de
Di sala 1969an de hatiye avakirin.
Saziyeke perwerdeyê û ya zanistê ye ku bi armanca xêrxwaziyê hatiye avakirin. Saziyeke Komeleya Jinên Psîkolojiyê ye û hewl dide piştgiriyê bide lêkolîn, teorî û aktivîzma derbarê femînîst psîkolojiyê de. (EMK/FD)