Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di beşa nûçeyên bi zimanê Tirkî de nûçegihanên dihaberê(Ajansa Nûçeyan a Dîcle Medyayê) û di beşa nûçeyên jinparêz de nûçegihana Şûjinê Xelata Mûsa Anterî standin.
Herdu sazî jî bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnan de hatibûn girtin.
25. car e ku Xelata Mûsa Anterî ji bo rojnamegerên serkeftî yên salê têne belavkirin. Xelat dê di 21ê Îlonê de li Taksîm Hill Hotelê bêne dayin.
Ji bo pênc beşan xelat dê bêne dayin.
Xelata Taybet a Lijneya Hilbijêr; nûçegihanê BirGûnê Ark Acarerî bi nûçeya ““ÖSO, TSK’ye ait tankı IŞİD’e verdi(Artêşa Azad a Sûriyeyê Tanka Hêzên Çekdar ên Tirkan da DAIŞê)" nûçegihana Evrenselê Eylem Nazlierê bi nûçeya “Anaokulu etkinliğinde korkunç manzara(Halê Tirsnak ê Çalakiya Pêşdibistanê)” û Rifat Doganê nûçegihanê diken.com.tr bi nûçeya “Adalar’ın nüfusu beş kat artacak: 2B arazilerine tesis, zemin katlara dubleks izni(Hejmara Niştecihên Giravan dê pênc qetan zêde bibe: ji bo zeviyên 2B destûra çêkirina tesîsan ji bo qetên yekem ên xaniyan destûra çêkirina dubleksan hat dayin.”
Di beşa nûçeyên bi Zimanê Kurdî de Cîhan Olmezî Xelata Mûsa Anterî stand. Nûçeya xelat standî “Li Şirnexê skandalek çêbû: Zarokê 14 salî ji girtigehê bi îşkenceyê birine cihê operasyonê!”
Xelata wêneyê herî baş, nûçegihanê dihaberê Abdurrahman Gokî stand. di şahiya Newrozê de li Amedê polîsan ciwanek bi navê Kemal Kurkut kuştibû û Gokî wêneyên bûyerê girtibû.
Nûçegihaniya Jinparêz
Xelata nûçeyên jinparêz nûçegihanên Şûjinê Şîlan Ozhan û Şehrîban Aslanê standin. Nûçeya wan a xelat standî “Batman sustu, çocuk anlattı: Çocuklar fuhuşa zorlanıyor(Êlihê deng nekir zarokan got:Bi zorê fihûş li zarokan tê kirin.”
Mûsa Kartî di beşa karîkatûrê de xelat stand.
Lijneya Hilbijêr
Di Lijneya Hilbijêr de, di beşa nûçeyên bi zimanê Tirkî de Ayşe Yıldırım, Fatih Polat, Faruk Eren, İbrahim Varlı, Hüseyin Aykol di beşa zimanê Kurdî de Fehim Işık, Gülistan İke, Hatice Kamer, Semiha Alankuş, Ertuş Bozkurt hebûn.
Mûsa Anter
Di sala 1920ê de li Gundê Zivingê yê Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hatiye dinê. Xwendina destpêkê li Mêrdînê ya navê li Edeneyê û zanîngeh li stenbolê xwendiye.
Wî beşa Dadnasiyê li Zanîngeha Stenbolê xelas kiriye.
Di 20ê Îlona 1992yê de ji bo Mîhrîcana Çand û Hûnerê çûye Amedê(Diyarbekir) û kitêbên xwe îmze kiriye. Piştî îmzekirinê li taxa Cumhuriyetê êrîşa çekdarî li wî û Orhan Mîroglûyê xweharziyê wî hatiye kirin. Anter miriye û Mîroglû birîndar bûye.(NV/MB)