Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezareta Karên Navxweyî di çarçoveya OHALê de xebat û hewldanên 370 komelêyên li 39 bajêran heta 3 mehan qedexe kir.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: “153 komele ji ber têkiliya wan ê bi FETOyê re, 190 bi PKKê re 19 bi DHKP-Cê re û 8 bi DAIŞê re hene. Bi temamî xebatê 370 komeleyan heta 3 mehan hatine qedexekirin.
Bianet’ê hewl da ku navên wan komeleyan bi dest bixe, bi rayedareke wezaretê re jî axivî lê wî rayedarê ti agahî neda. Piştî daxuyaniya wezaretê avahiyên gelek komeleyan yek bi yek tên morkirin.
Hin komeleyên ku deriyên wan hatine morkirin wiha ne:
Cemiyeta Rojnamegerên Azadîxwaz, TodayTarem (dokuz8haber), Komaleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê, Komaleya Li Dijî Xizaniyê û Pêşketinê ya Êlihê, Komeleya Jinan ya Gokkuşagiyê, Komeleya Hevgiriyê ya Koçberan, Komeleya Hevgiriya Malbatên Girtî û Mehkûman (TAYAD), Komeleya Hevgiriya Malbatên Windayan ya Mezopotamya (MEYA-DER), Kurdî-Der, Komeleya Kedkarên Madenê ya Somayê, Federasyona Mafên Demokratîk, Komeleya Lêkolîna Mafên Mirovan, Komeleya Mafên Jinan ya Wanê, Federasyona Hevgiriya Malbatên Girtî (TUHAD-FED), Komeleya Rojava, Kongreya Jinên Azad (KJA).
sokağa çıkma yasakları nedeniyle mağdur olan ailelere dayanıştiğimiz için iktidar tarafından mühürlendi.Dayanismaya devam edeceğiz pic.twitter.com/7cOQZyvFGP
— Rojava Derneği (@RojavaDernegi) 12 Kasım 2016
Morkirina deriyê komeleyan Komaleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ji twitterê hat parvekirin.
Li Enqereyê Dibistana Edaletê jî hat girtin.
Buroya Hiqûnasên Gel jî di heman bînayê de bû û polîsan avêtin ser wir jî. Di encama serdegirtina polîs û tîmên taybet de gelek parêzer û hiqûqnas hatin derbkirin û piştre hatin binçavkirin.
Xebatên KJAyê jî hat qedexekirin
Parlementera Amedê ya HDPê Feleknaz UCA ragihand ku xebatên Kongreya Jinên Azad (KJA) jî hatiye qedexekirin û deriyê komeleyê hatiye morkirin.
#KJA'yı mühürlemiş olabilirsiniz ama kadın özgürlüğü mücadelemiz devam edecek ve direnişimiz bu gül gibi çiçek açacak ✌ pic.twitter.com/tJTmv9ZApH
— Feleknas Uca (@Feleknasuca) 12 Kasım 2016
(AS/YO)