Vîrusa Koronaya Nû ango Covid-19 heta niha zêdetirî li 30 welatan hatiye dîtin. Li gor daneyên WHO, Covid-19 heta niha ketiye canê pirtir ji 77000 kesan û pirtir ji 2600 kes kuştine.
Bruce Aylward, Serokê Koma Covid-19ê ê WHOyê diyar kiriye ku karbidestên dewletan divê lidijî belavbûna vîrusê bi awayekî çapik tevbigerin.
Aylwardî daye zanîn ku divê li nexweşxaneyan cîh û navendên çavdêrîyê hazir bin.
Li Çînê hejmara miriyan derketiye 2 hezar û 717an
Li Çînê hejmara kesên ku ji ber şewba koronovîrusa nû (Kovîd-19) mirine derket 2 hezar û 717an.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Tenduristiyê, li welêt di 24 saetên dawîn da 52 kes ji ber şewbê mirine, di 406 kesên nû da vîrus hatiye dîtin.
Hejmara kesên şik û guman li ser heye ku vîrus bi wan re hebe daketiye 2 hezar û 491 kesan, hejmara kesên ku di binê kontrolê de ne jî daketiye 79 hezar û 108 kesan.
Bi van kesên dawîn re li welêt bi tevahî 2 hezar û 717 kes mirine, ji van 2 kes ji Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê ne. Jimara kesên ku vîrus kişiyanê jî derket 78 hezar û 64an.
Kesên ku vîrus li wan peyda bûye û dermankirina wan qediya ye û şandine malên wan jî derketiye 29 hezar û 745 kesan.
Li Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê hejmar kesên ku vîrus kişiyanê derket 85an, li Herêma Îdarî ya Taybet a Makauyê jî ev jimar wek 10 kesan hat eşkerekirin.
Li Herêma Kurdistanê jî tedbîr hatine stendin
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber vîrûsa koronayê weke tedbîr li tevahiya dibistanan proseya xwendinê ragirtiye.
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê du roj berê (25ê Sibatê) bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzaniyî civîna xwe ya heftana saz kiribû û di civînê de tedbîrên li hemberî belavbûna vîrûsa koronayê hatibûn nîqaşkirin.
Li gorî van tedbîran wê ji 26ê Sibata 2020ê heta 10ê Adara 2020ê tevahiya dibistanan û zanîngeha proseya xwendinê werin ragirtin. Pişt re 11ê Adarê betlanaya biharê destpê dike û 23ê Adara 2020ê berdewam dike. Proseya xwendinê dê 24ê Adarê dîsa dest pê bike.
Geştên ji bajarên Herêma Kurdistanê bo bajarên Iraqê bêne sînordarkirin û geştyarên bêne Kurdistanê dê piştî pişkinîna bijîşkî derbas bibin.
Kelûpelên bo Herêma Kurdistanê bêne hawirdekirin dê pişkinîna wan were kirin.
Li deriyê Pêşxabûr û Sêmalkayê tedbîr hatine wergirtin
Dîsa li li deriyê di navbera Pêşxabûr û Sêmalkayê jî tedbîrên vîrûsa koronayê hatine standin
Li deriyê sînorî Pêşxabûr- Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo rêgirtina li ber nexweşiya vîrûsa koronayê tedbîrên pêwîst têne standin û hemû kesên ku çû û hatinê bi derî re dikin tevî otomobîlan xwe pişkinîna wan tê kirin kontrol dikin.
Rêveberên Deriyê Pêşxabûrê Şewket Berbuharî ji Rûdawê re ragihand ku hemû kes û tiştên diçin û tên ji aliyê pisporan ve têne kontrolkirin.
Şewket Berbuharî herwiha kir, kamyonên baran jî, di xala kontrolkirinê re derbas dibin û têne kontrolkirin.
Li aliyê Rojavayê Kurdistanê li Deriyê Sêmalka jî xaleke kontrolkirinê hatiye danîn pişkinîn tê kirin.
Piştî belavbûna vîrûsa koronayê li Iraqê û Îranê ku heta niha 15 kesan canê xwe ji dest daye, metirsiyeke mezin li ser welatên derdorê çêbûye.
Dibe ku yariyên UEFAyê betal bibin
Michele Uva, Duyem Serokê UEFAyê diyar kiriye ku ji ber vîrusa koronayê dibe ew yariyên Lîga Şampiyonan û Lîga Ewropayê yên UEFAyê betal bikin.
Uvayî gotiye, heke welatên mazûban misogeriyê nedin dibe ew bajarên ku wê yarî lê pêk werin biguherînin. Yariyên futbolê yên Euro 2020an wê li 12 welatên cida pêk werin.
Li Îtalyayê heta niha 7 kes ji ber vîrusa koronaya nû mirine. Angelo Borrelli, Serokê Daîreya Ewlehiya Sivîlan gotiye di encama kontrola ji bo nexweşiyê heta niha 220 kes hatine tespîtkirin. Li gorî heman daxuyaniyê 25 kes di beşên nexweşiyên giran de tên dermankirin.
Vîrus heta niha li van welatan hatiye dîtin
Japonya, Koreya Başûr, Îtalya, Singapur, Îran, DYA, Tayland, Avustralya, Malezya, Vietnam, Almanya, Ingiltere, Mîrnişîna Erebî, Fransa, Kanada, Hindistan, Filipin, Kuveyt, İspanya, Rusya, İsrail, Umman, Bahreyn, Nepal, Sri Lanka, Kamboçya, Belçika, Swêd, Finlandiya, Mısır, Libnan, Afganistan. (FD)
* Çavkanî: AA, Rûdaw, dengêamerika, DW