Fotograf: AA (Arşîv)
Tedros Adhanom Ghebreyesus, Serokê Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanî (WHO) ji bo vîrusa koronayê ango Covid-19ê hişyarîya pêla duyem daye.
Ghebreyesusî dîyar kiriye û gotiye ew ketine fikaran ku rewş wê ber bi rojên hîn xirabtir ve biçe:
“Ya herî xirab hîn nehatiye û ez ji ber van gotinan xemgîn dibim. Lê di van şertan de em ketine fikaran ku ya herî xirab were.’’
Wî bi bîr xistiye ku pandemîya cîhanî didome û daye zanîn ku ji ber sistkirina tedbîran her tişt ji nû ve wek pêla duyem ya vîrusa koronayê wê pêk were.
Li gor axaftina Ghebreyesusî, dewletan xwestine ku aborîya wan ji nû ve destpê bike û ji ber vê, vîrusa koronayê belav bûye û pêketîyên wê jî zêde bûne.
Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê pirtir ji 10 mîlyon kes bi vîrusa koronayê ketine û 500 hezar kes bi wê mirine. (FD)
*Çavkanî: dengê amerîka