Rûsya. Fotograf: AA
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) bang li dewletan kiriye ku tedbîrên li dijî vîrusa koronayê ango Covid-19ê sist nekin.
Serokê WHOyê, Tedros Adhanom Ghebreyesusî di civîneke çapemeniyê ya online de behsa rewişa dawî ya vîrusa koronayê kiriye.
Ghebreyesusî dîyar kiriye ku li ser belavbûna şewba koronayê şeş meh derbas bûne û daye zanîn ku wexta sistkirina tedbîran hîn nehatiye.
Yek ji karbidestên din yên WHOyê, Dr. Mike Ryanî jî bal kişandiye û gotiye ku vîrusa koronayê belavbûna xwe ya li welatên Amerîkaya Navîn didomîne û rêjeya pêketina wê vîrusê bilind e.
Ryanî diyar kiriye, ji ber vîrusa koronayê hîn jî metirsî didome û bang li civaka navneteweyî kiriye ku piştgirîya wir bikin.
Wî gotiye bi sistkirina tedbîrên li dijî vîrusa koronayê re dibe ku pêleke nû ya wê vîrsûsê çêbe.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsî, vîrusa koronayê li seranserê cîhanê hejmara tûşbûyan ji 7 milyonan bihuriye û ji 4 sed hezaran bêhtir kes kuştine. (FD)
* Çavkanî: Dengê Amerîka