Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Dinyayê ya Saxlemîyê (WHO) daxuyandiye ku wan di analîzên xwe de xeletîyên berçav kirine. Koronaya nû ji bo dinyayê “metirsîyeka zêde” çêkiriye.
Serokê WHOyê Tedros Adhanom Ghebreyesus, dê ji bo tespîtkirina rîsk û metirsîya Koronaya nû çêdike biçe Çînê.
WHOyê hefteya borî eşkere kiribû ku “bi îhtimaleka biçûk vîrûsa nû dê ji hemmî dinyayê re metirsîyê çêbike.”
Lê rêxistinê piştî analîz û lêkolînan biryar daye ku wan xeletî kiriye. Ji ber vê vîrûsê 106 kes mirine.
Çi bûbû?
Li welatê Çînê heta niho bi 2019-nCoVê 25 kes mirine. Vîrûs cara pêşiyê di roja dawiyê ya sala 2019ê de hatibû dîtin.
Zanyarên Çînê ragihandine ku vîrûs ji mirovan vedigire mirovan. Ew kesên vîrûs li laşê wan belav dibe bêhna wan diçike.
Rêxistina Saxlemîyê ya Dinyayê (WHO) amadekarîyên xwe dike ku hemî dinyayê ji ber vê vîrûsê hişyar bike.
Li gor nûçeyeka BBCyê, zanyarên ji Qiralîya Yekbûyî gotine jimara wan kesên ev vîrûs li laşê wan belav bûye herî kêm 1.700 kes in.
Li bajarê Wuhanê yê Çînê, ji ber vîrûsê du kes mirine. Ew kesên vîrûs ketî laşê wan nefesa wan çikaye û mirine.
Bixwîne - Li Çînê herî kêm 139 kes bi vîrûseka nenas mirine
Lêlolînek li Navenda Nexweşîyên Jêvegir a Koleja Imperiyalê ya li Londonê hatiye kirin. Saziyê hikûmeta qiralîyê hişyar kiriye.
(PT/MB)
Li Çînê 17 kes bi 2019-nCoVê mirîne
Wezareta Pîşesazî û Enformasyonê ya Çînê ji bo hilberîna berdevkan lijneyeka koordînasyona dema hewarê pêk aniye. ...
Vîrûsa nenas gihaye DYAyê: 6 kes bi wê vîrûsê mirine
Vîrûseka nayê naskirin a ku ji Çînê belav bûye, gihaye Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê(DYA). Tê texmînkirin ku ev vîrûs jî curreyekê ......