Fotograf: AA
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihandiye ku bi vebûna dibistanan re li Ewropayê wê qonaxeke dijwar destpê bike.
Li gor nûçeya dengê amerîkayê, Hans Kluge, Dîrektorê Ewropayê yê WHOyê bi preskonferansekê gotişe, nîşanên raber dikin ku ciwan li civatan vîrusa koronaşê belav dikin zêde dibin û bi wê jî xuya dibe ku rewşa Ewropayê wê dijwar be.
Hans Kluge-î dîyar kiriye ku bi hatina zivistanê re ciwan wê bi kal û pîran re pirtir bicivin û ew jî wê metirsîyên li ser belavbûna vîrusa koronayê zêdetir bike.
Di serî de li Almanya û Fransa, li hin welatên Ewropayê hejmara pêketinên nû yên vîrusa koronayê jinûve bilind dibe û karbidestên wan dewletan tedbîran careke din berfireh dikin. (FD)