Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku li fabrîkaya çîkolatayan a Kinderê ya li Belçîkayê bakteriya salmonellayê hatiye dîtin, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (RTC/WHO) aşkere kiriye ku li seranserê cîhanê 151 kes bi enfeksiyona salmonellayê ketine.
Ji sedî 89ê nexweşan zarok in û temenê wan di jêr 10an de ne. 21 nexweş vedirşin, dilê wan dixele û bi şotika bi xwîn ketine.
WHOyê di daxuyaniya xwe de zanyariyên dawî yên derbarê nexweşiyên salmonellayê de nivîsiye û pêşniyar li welatan kirine.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, li fabrîkaya Kinderê ya li Arlonê, bajarê Belçîkayê di Kanûna Pêşiyê ya 2021ê û Kanûna Paşiyê ya 2022yan de kontrol hatine kirin û di dema van kontrolan de, di hinek tankêran de bakteriyên salmonellayê û yên dişibin wê hatine dîtin.
Her weha, piştî ku tedbîrên paqijyê hatine wergirtin li fabrîkayê, testa ji bo salmonellayan hatiye kirin, negatîf derketiye û çîkolatayên Kinderê yên li fabrîkaya Arlonê hatine çêkirin, li Ewropayê û cîhanê belav kirine.
Ji 151 nexweşan, 65 ji wan li Ingilîstanê, 26 jê li Belçîkayê, 25 jê li Fransayê, 10 jê li Almanyayê, 15 jê li Irlandayê, 4 jê li Swêdê û 2 jê jî li Hollandayê ne. Her yek ji Luksembûrg, Norwêc, Spanya û DYAyê jî nexweşek heye.
Heta niha ti kes ji ber enfeksiyona salmonellayê nemiriye.
Midûriyeta Giştî ya Kontrol û Xwurekan a Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê, di 19ê Nîsanê de aşkere kiribû ku di hawirdekirina berhemên Kinderê de, divê analîza salmonellayê bê kirin.
Li hin welatên Ewropayê, bi gûmana ku têkiliya wan bi şewba salmonellayê heye, hin berhemên çîkolatayê yên Kinderê berhev kiribûn.
Şaxê Stenbolê yê Odeya Endezyarên Xwirekan a TMMOBê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku li Tirkiyeyê di birêvebirina krîzê de kêmasî hene. (AÖ/FD)