Fotograf: AA / Hindistan
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) aşkere kiriye ku di 24 saetên dawî de hejmara herî bilind ya pêketinên vîrusa koronayê ya rojane hatiye tomar kirin.
Li gor rapora dawî ya WHOyê, li seranserê cîhanê di rojekê de 307 hezar 930 pêketinên nû yên vîrusa koronayê hatine tespîtkirin.
WHO dîyar kiriye ku zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa koronayê herî zêde li Hîndistan, Amerîka û Brezîlyayê hatiye dîtin.
Rekora li ser hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona ya rojane di 6ê Îlonê de bi nêzî 307 hezar pêketinan hatibû qeyd kirin.
Agahîyên dawî yên WHO raber dikin ku heta niha pirtir ji 29 mîlyon kes bi vîrusa koronayê ketine û pirtir ji 927 hezar kes bi wê mirine. (FD)
Çavkanî: dengê amerîka