Fotograf: Aram Mihemed Qadir / Facebook
Aram Mihemed Qadir, Wêzîrê Xwendina Bilind ê Herêma Kurdistanê gotiye ku ewbi vîrusa Covîd-19ê ketiye û rewşa tenduristiya wî baş e.
Mihemed Qadirî li ser îro li ser hesabê xwe yê Facebookê aşkere kiriye ku ji bo tedbîrên tenduristiyê wî xwe li malê girtiye bin karantînayê.
Wezîrê Xwendina Bilind ê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de weha gotiye: “Dixwazim ji we re ragihînim ku ez jî wek her hemwelatiyekî din ê vê herêmê bi Covîd-19ê ketime û encama testa min pozîtîv derket. Niha jî rewşa min baş e û min di çarçoveya tedbîrên tendirustiyê de xwe karantîna kiriye û ez tedbîran pêktînim.”
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê li Herêma Kurdistanê heta niha 29,347 kes bi Covîd-19ê ketine û hezar 98 kes jî pê mirine. Her weha 18 hezar û 520 kes jî baş bûne.(AY/FD)