Wezîrê Tenduristiyê Koca: Şewba Covid-19ê li hemû welêt dîsa zêde dibe

Fotograf: AA
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê gotiye ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Covîd-19) li hemû welêt dîsa zêde dibe.
Koca çûye serdana Yakup Canbolat, Waliyê Bursayê û piştî serdanê derbarê mijarê de axiviye.
Fahrettîn Kocayî diyar kiriye ku Bursa ji destpêka şewbê heya niha di rojên herî krîtîk da ye û gotiye ku li gor rewşa di navîna meha Îlonê da hejmara nexweşên rojê tên tesbîtkirin bi qasî 3 qatî zêde bûye.
Wezîrê Tenduristiyê destnîşan kiriye ku wê civîna Lijneya Zanistê jî li Stenbolê çêkin û wiha axiviye: "Ji destpêka dawiya hefteyê da ez ê 5 rojan li Stenbolê bi hevkarê xwe re bim. Ez dixwazim bi Waliyê Stenbolê, Şaredarê Bajarê Mezin û Midûrê Ewlehiya Stenbolê ra biaxivim. Em ê civîna Lijneya Zanistê jî li Stenbolê çêkin." (FD)