Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê hejmarên nû ên derbarê koronavirusê ango Covid-19ê de aşkere kiriye.
Kocayî diyar kiriye ku di 24 saetên dawiyê de testa 3952 kesên din hatiye çêkirin û nexweşî li 343 kesên din peyda bûye. Her weha 7 kes jî mirine.
Li gorî vê encamê hejmara nexweşan li Tirkiyeyê gihîştiye 1872 kesan, hejmara miriyan jî bûye 44.
Kocayî duh saet di 22.15 deqîqeyan de mesaja xwe li ser hesabê xwe yê Twitterê par ve kir:
“Çend kes? Li 195 welatan her roj dipirsin. Her çiqas windahiyên me hebin jî ji bo Tirkiyeyê wext derbas nebûye. Tedbîr dibe pêşiyê li zêdebûnê bigire. Di 24 saetên dawiyê de li ser hev testa 3.952 kesan hatiye kirin. 343 nexweşên nû hene. 7 nexweşên me mirin. Yek ji wan nexweşê KOAHê bû. Şeş ji wan gelekî ixtiyar bûn. Hêza me bi qasî tedbîrên me ye.”
Roj bi roj hejmara nexweş û miriyan
11ê Adarê: nexweşek
13ê Adarê: 3 nexweş
14ê Adarê: 6 nexweş
15ê Adarê: 18 nexweş
16ê Adarê: 29 nexweş
17ê Adarê: 51 nexweş, mirinek
18ê Adarê: 93 nexweş, mirinek
19ê Adarê: 168 nexweş, 2 mirin
20ê Adarê: 311 nexweş, 5 mirin
21ê Adarê: 288 nexweş, 12 mirin
22ê Adarê: 289 nexweş, 9 mirin
23ê Adarê: 293 nexweş, 7 mirin
24ê Adarê: 343 nexweş, 7 mirin
(EKN/FD)