Wezîrê Tenduristiyê: Hejmara kesên Covid-19 lê peyda bûne derketiye 47an
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê gotiye ku bi nexweşên nû re hejmara kesên bi Covid-19ê ketine gihîştiye 47an.

Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê duh (16ê Adarê) aşkere kir ku Covid-19 li 29 kesên din peyda bûye.
Li gorî vê daxuyaniya Kocayî hejmara kesên ku bi nexweşiyê ketine gihîştiye 47an.
Kocayî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye:
“Îro li 29 kesên din nexweşî peyda bû. Bi vanên nûre hejmara nexweşên me gihîştiye 47an. 29 nexweşên herî dawiyê rasterast an jî ne rasterast temasên wan bi DYA, Rojhilata Navîn û Ewropayê re bûne. Temasa bi ji derveyî welat re wê weke rîskê berdewam bike. Divê em di tedbîran de rijd bin.”
Bakan Kocayî di 11ê Adarê de cara pêşiyê hejmara nexweşan aşkere kiribû. (EKN/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.