Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Wezîrê saxlemiyê, Ahmet Demircanî li ser daxuyaniya TTByê(Yekîtîya Bijîşkên Tirk) axivî. “Divê wek daxuyaniyeka ji rêzê neyê dîtin.”
TTByê daxuyaniyeka bi navê “şer kêşeyeka saxlemiya civakê ye” belav kiribû. Wezîrî got daxuyaniya TTByê temsîliyeta derdorên xebatkarên saxlemiyê nake.
Bixwîne - Polîsan endamên Yekîtiya Doktoran desteser kirin
“Tirkiye welatekê hiqûqê ye. Ji vê derê pê ve karekê hiqûqî ye. Yekîtîya Bijîşkan ne di wê astê de ye ku bijîşkêên Tirkiyeyê temsîl bike.
“Saziyeka ku navê Tirk lê ye. Nayê qebûlkirin ku di dema Tirkiye rasta êrîşekê hatiye tiştekê bi vî rengî bike.”
(EKN/MB)