Fotograf: AA / Arşîv
Peter Dutton, Wezîrê Karên Navxweyî yê Avûstralyayê bi daxuyanîyeka nivîskî diyar kiriye ku vîrûsa covîd-19ê li wî peyda bûye.
Duttonî di daxuyanîya xwe da gotiye; “Vê sibehê ez bi êşa qirikê û şewatê ji xew hişyar bûm û min bil serî li Binkeya Tendirustîyê ya Queenslandê da ji bo testa vîrûsa covîd-19yê. Encamê testê pozîtîv derket û ez niha başim, ezê ji bo pêşkevtinan we agahdar bikim.”
Herweha li Avûstralyayê heta niha 3 kes ji ber vîrûsa covîd-19ê mirine û 195 kes jî nexweşî pê re ne.
Sophie Trudeau jî bi covîd-19yê ketîye
Di Sophie Trudeau, hevjîna Justin Trudeau Serokê Kanadayê da vîrûsa covîd-19ê hatîye tespit kirin û Trudeauyê niha di karantînayê da ye.
Li gor agahîyan rewşa hevjîna Serokê Kanadayê Trudeauyê başe û 14 rojan di karantînayê da dimî ne.
Parlamentoya Tirkîyeyê ji ber vîrûsa covîd-19yê serdanan qebûl nakin
TBMMyê ji ber vîrûsa covîd-19yê biryar daye ji bo 2 heftan serdana qebûl nakin, herweha serdanên ji bo civînên komên partîyan jî tekîldarê biryarê ye.
Îbrahîm Kalin, Berdevkê Serokomariyê duh aşkere kiribû ku dibistan ji bo hefteyekê wê perwerdeyê nedin.
Li Hewlêra Herema Kurdistanê kesekî din li ber vîrusa covîd-19yê ketîye
Wezareta Tendirustiyê ya Herema Kurdistanê di daxuyaniyekê da ragihandîye, di berdewamiya pişkinînan de, testa covîd-19yê ya kesekî din eşkere bûye û ew bi vîrusa covîd-19yê ketî ye.
Li Îtalyalê hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirine, gihiştiye 1016an. Ketin û derketina welêt hatibû qedexekirin û ji bilî market, dermanxane û bufe û yên weke wan, restoran, kafe û hemû cihên bazirganiyê hatibûn girtin û xebatên wan hatibû sekinandin.
Li Cezayîrê jî heta niha du kes mirine. Hejmara nexweşan gihîştiye 26an.
Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê duh aşkere kiribû ku li welêt hemû dibistan ji roja duşemê û pê de wê girtî bimînin. Li Fransayê heta niha 61 kes mirine û 2 hezar û 876 kes bi nexweşiyê ketine. (AY/FD)