Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Îsrael Katz, têkildarî gotinên Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Tayyîp Erdogan ên “Em çawa ketin Karabagê, em çawa ketin Lîbyayê, em ê tiştek wekî vê bînin serê wan jî” daxuyanî da û got, "Dibe ku dawiya wî jî bibe weke ya Sedam Husên"
Katz li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û got, “Erdogan, li pey Sedam Husên dimeşe û gefa êrişê li Îsraîlê dixwe. Destûrê bide ku bila ew bi bîr bîne ka li wir çi qewimî û çawa bi dawî bû.”
Her weha Katz di peyama xwe de fotografên Erdogan û Sedam Husênê ku hatibû bidarvekirin bi hev re parve kir.
ארדואן הולך בדרכו של סדאם חוסיין ומאיים לתקוף את ישראל. רק שיזכור מה קרה שם ואיך זה הסתיים.@RTErdogan pic.twitter.com/6GykLtLoh4
— ישראל כ”ץ Israel Katz (@Israel_katz) July 28, 2024
Wezareta Karên Derve bersiv da
Wezareta Karên Derve bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî Îsraîlê da.
Wezareta li ser hesabê xwe yê medya civakî weha got:
“Dawiya komkujer Hitler çawa bû, dê dawiya komkujer Netanyahu jî wiha be. Çawa ku komkujerê Naziyan hesab da, kesên dixwazin Filîstiniyan tine bikin jî dê hesab bidin.Hûn dê nikaribin Filîstiniyan tine bikin. Mirovahî dê ligel Filîstiniyan be.”
Erdogan çi gotibû?
Serokomar Erdogan duh di axaftina xwe ya li Civîna Rêxistina Rîzeyê ya partiya xwe da destnîşan kir ku geşedanên di warê pîşesaziya parastinê de divê tu kesî nexapîne û heke em gelekî bihêz bin ku Îsraîl van tiştan neyîne serê Filîstinê:
“Em çawa ketin Karabagê, em çawa ketin Lîbyayê, em ê tiştek wekî vê bînin serê wan jî. Ji bo pêkneanînê ti sedemek nîne. Tenê divê em bihêz bin ku em çi bikin? Em van gavan bavêjin. Çawa ku em gotinên pêwîst ên têne pêş me ji Îsraîlê re dibêjin û me bazirganiya xwe û pêwendiyên xwe pê re qut kirin.”