Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Dadê Abdulhamit Gulî gotiye astenga hiqûqî ya li pêşya Abdullah Ocalanî hatiye rakirin lê ti têkiliyên vê yekê bi pêvajoyeka aştiyê va nîne.
Bixwîne - Wezareta Dadê: Hevdîtina Abdullah Ocalan û parêzerên wî serbest e
Wezîrî diyar kiriye ku têkirliya vê biryara dadgehan û hilbijartina Stenbolê jî bi hev ve nîne.
Rojnamegeran ji Gulî pirsîn gelo ev hevdîtin dê awayekê perîyodîk bidome an na li ser vê yekê wezîrî gotiye:
“Duhî dîsa hevdîtinek çêbû. Li ser vê yekê girtîgeh, hiqûq û rêbaz çi bibêjin ew ê bê kirin.”
Bixwîne - "Divê grevên birçîbûnê rê li ber mirinan veneke"
Bixwîne - Parêzeran piştî 8 salan hevdîtinek li gel Ocalanî pêk aniye
Çi bûbû?
Heşt salan parêzerên Abdullah Ocalanî nekaribûn wî bibînin. 2yê Gulanê asteng hatibû rakirin û parêzer çûbûn serdana Ocalanî.
Ji 16ê Îlona 2016ê ve hevdîtina digel Ocalanî hatibû qedexekirin. 13ê Kanûna Paşiyê ya 2019ê birayy Ocalanî, Mehmet Ocalan çûbû serdana wî.
Ji bo Ocalan û parêzer û malbata xwe bikarin hev bibînin, 198 roj in ku wekîla Colemêrgê Leyla Guvan di greva birçîbûnê de ye.
Ji 3yê Adarê ve li gelek girtîgehan 30 mehkûm ketine rojiya mirinê.
Piştî destpêka rojiya mirinê kesek li Almanyayê û heft kesên li girtîgehan bi rojîyê xwe kuştine.
(AS/MB)
Wêne: Ajansa Anadolûyê