Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîra Wezareta Ticaretê ya Tirkiyeyê, ruhsar Pekcan li ser cezayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Tirkiyeyê birî axivîye.
Pekcan, “Me baca 22 cure amûrî derxist du qatê wê. Em ê jî bersiva xwe bidin wan”.
Ruhsar Pekcan, Wezîra Bazirganîyê di daxuyanîya derbarê bacên ku li hin kelûpelên DYAyê hatiye zêdekirin de got: “me baca 22 cure amûrî derxist du qatê wê. Me bi baceke 553 milyon dolarî bersiv da cirma wan î li ser me”.
Wezîr Pekcan, “em ê li hemberî niheqîyên DYAyê mafên fîrmayên tirkan biparêzin, tu carî gvekî jî bi paş de neavêjin û bersiva ku heq dikin bidin wan”. Û lê zêde kir: “Ew cirma ku li ser pola û alûmînyûmê danîne wê zirarê bide bazirganên Emerîkî jî”.
“DYA şirîkekî me yî girîng e, rast e lê ne şirîkê me yî tekane ye. Şirîk û alternatifên me yî cüda jî hene.”
(PT/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji tirkî wergerandiye.