Wezîr Yerlîkaya: Ji ber lehiyê 3 kes mirine

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li herêmên ku ji lehiyê bandor bûne, bajaroka Beycumaya serbi navenda Zonguldakê, navçeya Eregliya Behra Reş û bajaroka Guluçê lêkolîn kiriye.
Wezîr Yerlîkaya li Walîtiyê daxuyanî daye rojnamegeran û diyar kiriye ku li Samsun, Zonguldak û Gîresûnê ji ber barana zêde 3 kes mirine.
5 hezar û 986 îxbar hatine girtin
Yerlîkaya diyar kiriye ku xisar û zirarên li herêmê yên jiber barana zêde hatine tespîtkirin û piştî barana zêde li bajarên ku hişyarî hatiye dayîn bi tevahî 5 hezar û 986 tîxbar hatine girtin.
Yerlikaya diyar kiriye ku ji ber baranê tevahî 210 rê hatibûn girtin. Herweha piştî xebatên ekîban hemû rêyên girtî ji trafîkê re hatine vekirin û wiha dewam kiriye:
Di encama barana zêde de mixabin 3 welatiyên me li Samsûnê welatiyek, li Zonguldakê welatiyek, li Gîresûnê welatiyek jiyana xwe ji dest da."
(AO/AY)