Li Xişîngeha Kartalkayaya Bolûyê agir bi “Otela Grand Kartal”a 12 qatî ket. Şewat bi mudaxaleya ku nêzî 10 saetan dewam kir hat kontrolkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoglu, Wezîrê Çand û Geştiyariyê Mehmet Nûrî Ersoy û Serokê AFADê Okay Memiş, Waliyê Boluyê Abdulaziz Aydin, Şaredara Boluyê Tanjû Ozcan û amîrên yekîneyên pêwendîdar derbarê geşedanan de li otelêkî herêmê civîyan.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç ragihand ku derbarê hotêla şewitî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û got,"Ji sliyê Serdozgeriya Komarî ya Boluyê ve lêpirsîna edlî hat destpêkirin û 6 dozger hatin wezîfedarkirin."
Yerlîkaya piştî civînê di daxuyaniya xwe ya ku da çapemeniyê de diyar kir ku di şewata ku li otela 238 mêvan lê diman de hejmara kesên mirine derket 66an û hejmara birîndaran jî derket 51an.
Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoglû aşkere kir ku ji 51 kesên ku di şewatê de birîndar bûne yek jê di beşa nexweşên giran de tê dermankirin û 17 kes jî piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derketin.
Ji navenda bajêr, navçe û bajarên derdorê gelek tîmên agirkujiyê, AFAD, UMKE û tîmên tenduristiyê û çûn cihê şewatê.
(EMK/AY)