Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li navçeya Hendeka Sakaryayê di kargeha fîşekên hewayî de teqînek çêbûye. Piştî teqînê ambulans û ekîbên tendirustiyê ji bo cihê bûyerê hatine şandin.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê li devera Yûkariçalica ya navçeya Hendekê di kargehekî fîşekên hewayî de teqînek çêbûye û sedema teqînê he jî nediyar e.
Dengê teqînê heta 50 kîlometran dûrî kargehê hatiye bihîstin û gelek kes ji ber dengê teqînê li navçeya Hendekê derketine cade û kolanan.
Piştî teqînê gelek ambulans û ekîbên tendirustiyê ji bo cihê bûyerê hatine şandin.
Wezîr Koca: 97 birîndar birine nexweşxaneyan
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê piştî li cihê teqînê lêkolîn kiriye, saet li derdora 15.40 deqîqeyan axiviye û gotiye ku çar kes mirine.
Kocayî destnîşan kiriye ku 97 kesên birîndar birine nexweşxaneyan, 16 ji wan piştî dermankirinê ji nexweşxaneyên şandine malên wan. Li gorî daxuyaniya Kocayî karkerekî 31 salî ku bi giranî birîndar bûye tê dermankirin û ji bilî wi kesên rewşa wan xirab nîne.
Rojnamegerekî/ê ji Kocayî pirsî ye û gotiye aqûbeta 40-45 kesan nediyar e. Wezîr Kocayî gotiye “rast e”.
Erdogan: 2 karker mirine
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomarê Tirkiyeyê derbarê teqînê de di saet 14.30an de daxuyanî daye û gotiye, “ Ez li gel xwediyê kargehê çend caran axivîm. Ew jî li cîhê bûyerê xebatên xwe didomînin. Ji 189 karmendan yek jê giran 74 kes brîndar bûne û 2 kes jî mirine.”
Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê di saet 14.00an de daxuyanî daye û aşkere kiriye, heta niha di teqînê de 2 karmend miriye û 73 kes jî brîndar bûne û gotiye:
"Li navçeya Hendeka Sakaryayê di kargeha fîşekên hewayî de teqînek pêkhatiye. Bi fermana birêz Serokomarê me emê kêliyekî din ji bo lêkolîn û şopandinê biçin cîhê bûyerê. 85 ambûlans, 2 helîkopterên tenduristiyê, 11 ekîbên me yên UMKEyê li cîhê bûyerê ne. 2 mirî û 73 brîndarên me hene.”
Walîyê Sakaryayê: 50 brîndarê me hene
Çetin Oktay Kaldirim, Waliyê Sakaryayê diyar kiriye û gotiye, “ Hemû ekîben me li wir in. Ekîbên me yên AFADê, tenduristiyê, UMKEyê, cendirme û emniyetê li wir in. Li derdora kargehê tedbîrên ewlekariyê hatiye stendin. ji ber kargeha fîşekên hewayî ye û teqîn didomin, em nikarin niha midaxele bikin.”
Kaldirimî gotiye, “ li gorî zanyariyên me li xwediyê kargehê girtiye, di kargehê de 150-200 kes hene. Ji ber ku teqîn didomin em nikarin midaxele bikin. Em bûyerê ji nêz ve di şopînin. Me ewlehiya derdorê girtine. Em rê nadin welatî nêzîkî kargehê bibin. Derbarê pêşketinan de emê di dayîna agahiyan de berdewam bin.”
Kaldirimî di saet 13.00an de carekî din daxuyanî daye û gotiye. “Heta niha 50 brîndarê me hene û me ew şandine nexweşxaneyê. Mirî tune ye. Beşekî ji agir hatiye kontrolkirin. Em fêrbûn ku di avahîya esas de 25 kes hene. Li gel avahiyên din bi giştî 172 kes hene. Di kargehê de 110 ton berhem hene. Piştî ku teqîn bi dawî were emê bi zelalî her tiştî bibinin.
Li fabrîkayê derdora 150-200 karmend hene
Tûrgût Babaoglû, Şaredarê Hendekê diyar kiriye û gotiye, “ Li kargehê e derdora 150-200 karmend hene. Bê ambulans û îtfayeyê kesî nagirin cîhê bûyerê. Teqîn weke cara pêşiyê bihêz nebe jî hê didom e.
Wezîr Soylû, Koca û Selçûk diçin Sakaryayê
Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî, Fahrettîn Koca, Wezîrê Tenduristiyê û Zehra Zumrut Selçûk, Wezîra Xizmetên Civakî û Karên Malbatan ji bo şopandina rewşê û lêkolîna derbarê teqînê de diçin Sakaryayê. (RT/AY/FD)