Wezîr Gul: 3 girtî ji ber Covid-19ê mirin
Abdulhamit Gul, Wezîrê Dadê gotiye ku li girtîgehên vekirî 3 girtî ji ber Covid-19ê ango koronavirusê mirine.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Abdulhamit Gul, Wezîrê Dadê gotiye ku bi saya tedbîran li girtîgehan ti kes ji ber Covid-19ê nexweş neketine. Lê li girtîgehên vekirî 17 girtî bi nexweşiyê ketine. 3 ji wan di dema dermankirinê de mirine. Li gorî nûçeya ku Ajansa Anadolûyê ragihandiye Gulî wiha gotiye:
"Ji 14 girtiyên ku li nexweşxaneyê tên dermankirin rewşa 13 kesan baş e, girtiyekî nexweşiya wî ya kronîk heye jî di beşa nexweşiyên giran de ye.
"Di 5 girtîgehên vekirî de Covîd-19 li 17 girtiyan peyda bûye. 3 girtî dema dihatin dermankirin mirin."
"Testa 14 dadger û dozgeran, 32 xebatkarên adliyeyê, 79 xebatkarên girtîgehan û 34 xebatkarên Saziya Tipê ya Adlî hatine kirin û encamên wan pozîtîf derket." (DB/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.