Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Karên Derve ji bo xelatkirina YPGyiyan bang li Herve Magro, Balyozê Enqereyê yê Fransayê kiriye.
Wezaretê ji Magroyî re destnîşan kiriye ku gotîye ku ew “hewandina YPGyiyan ji bo senatoyê û xelatkirina wan a bi madalyayê bi tûndî şermezar dikin.”
Di resepsiyona Newrozê ya li Fransayê de xelata rûmetê dabûn Berdevka YPJê Rûksan Mihemed û Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd.
Hatiye dîyarkirin ku roja berê resepsîyonê jî şandeke ji rêvebiriya xweser a Rojavayê serlêdana Senatoya Fransayê kiriye. (ME/HS/AY)
*Ev nûçe Helen Sarigulê ji tirkî wergerandiye