Fotograf: AA
Berdevkê Wezareta Tenduristîyê yê Îranê gotiye, di her saetekê da 50 kes bi vîrusa Covîd-19yê dikevin û 6 kes jî bi vê vîrûsê dimirin.
Li gor nûçeya Rûdawê, Berdevkê Wezareta Tendirustiyê yê Îranê, Kiyanûş Cehanpûrî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsandîye, li Îranê di her saetekê da 50 kes bi vîrûsa Covîd-19yê dikevin û di her 10 xûlekan, kesek ji ber vê vîrûsê dimire.
Li gor daxuyaniya Cehanpûriyî, di nava rojekê da 1200 kes bi vîrusê dikevin û 144 jî kes dimirin.
Doxtoreke jin ji ber koronavirusê miriye
Li paytext Tehranê ji doxtorên Nexweşxaneya Şuhedayî Pakdeşt Şîrîn Ruhanîrad ji ber koronavirusê miriye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, li Îranê ji destpêka derketina vîrusa koronayê heta niha 10 doxtor û 4 hemşîre ji ber şewbê mirin.
Herweha li Îranê heta niha 1135 kes ji ber vîrûsa Covîd-19yê mirine û ji zêdetirî 17 hezar û 361 kesî jî bi vê vîrûsê ketine. (AY/FD)