Fotograf: Rûdaw
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê îro danêyên giştî yên derbarê vîrusa Covîd-19ê de aşkere kiriye.
Wezaretê ragihandiye, ku di 24 saetên dawîn de ji bo hezar û 309 kesan test hatine çêkirin. Ji wan encama testa 10 kesî pozîtîv encam daye.
Daxuyaniya Wezareta Tenduristîyê wiha ye:
Li seranserê Herêmê hejmara welatiyên ku di kerentînayê de bûn, 11 hezar û 149 kes e. Niha bi tenê 677 welatî, li 30 cihên cuda, di kerentînan de mane. Ji wan 283 kes li Hewlêrê, 150 li Silêmanîyê û 289 kes jî li Duhokê di karantînayê da ne. Heta niha 10 hezar û 472 kes ji karantînayê derketine û çûnin malen xwe. Di 24 saetên dawîn de 32 kesên din girtine bin karantîna yê.
Her weha di daxuyaniyê de hatiye gotin, di 24 saetên dawîn de, hezar û 309 test li ser asta Herêmê hatin encam dane. Ji wan 795 li Hewlêrê, 296 li Silêmanîyê, 218 li Duhokê û 5 jî li Soranê ye.
Di encama testan de, 10 nexweşên nû yên Covîd-19ê hatine tespîtkirin. Ji wan 5 li bajarê Silêmanîyê û 5 jî li bajarê Hewlêrê ye.
Li Herêma Kurdistanê ji destpêka vîrusa Covîd-19ê heta niha 64 hezar û 591 test hatine çêkirin.
Li Herêma Kurdistanê heta niha 452 kes bi Covîd-19ê ketine. Ji wan 5 mirine, 385 nexweş baş bûne û 62 nexweş jî di bin çavdêriya doktoran de ne. (AY/FD)