Li gorî amarên Wezareta Plandanînê ya Iraqê li İraqê û Herêma Kurdistanê gihîştiye 43 milyon û 324 hezar kesan.
Berdevkê Wezareta Plandanînê yê Iraqê Ebdulzehre Hîndawî ji medyaya Herêma Kurdistanê re ragihandiye ku li gorî amarên ne fermî ji sedî 50,5ê serjimarê mêr, ji sedî 49,5 jî jin in.
Rêjeya zêdebûna serjimarê jî ji sedî 2,5 e.
Rayedarê Wezareta Plandanînê yê Herêma Kurdistanê Gohdar Mihemed Eliyî jî derbarê serjimara Herêma Kurdistanê de zanyarî dane û gotiye ku li Herêma Kurdistanê 6 milyon û 556 hezar û 752 kes dijîn.
Ji sedî 50,3yê serjimara Herêma Kurdistanê mêr û ji sedî 49,7ê nifûsa wê jî jin in.
Rêjeya zêdebûna serjimara Herêma Kurdistanê jî ji sedî 2 ye.
Li gorî daneyên serjimarê yên sala 1987an, wê demê li axa niha ya Herêma Kurdistanê 2 milyon û 15 hezar û 466 kes dijiyan.
Li gorî texmînên Lijneya Amaran a Herêma Kurdistanê, serjimara Herêma Kurdistanê wê sala 2030î bigihijê 7 milyon û nîvan û wê sala 2040î jî bigihe 8 milyon û 800 hezarî. (FD)