Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Perwerdehiya Netewî (MEB), ji bo xwendekarên derfetên wan ên perwerdehiya onlîne kêm e, dê tabletan belav bike. Heftêyên pêşiya me belavkirina 500 hezar tabletan wê destpê bike.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê (AA), Wezaret wê 12ê Çiriya Paşiyê dest bi perwerdehiya rûbirû bike. Ji bo polên 1emîn heta polên 8emîn û polên 12emîn hem perwerdehiya rûbirû hem jî perwerdehiya onlîne wê were dayîn. Ji vê sîstemê re “modela hîbrîtê ya perwerdehiyê” tê gotin.
Li gor vê modelê, hin ders rûbirû, hin ders li ser qanalên TRT EBAyê, hin ders jî li ser platformên dîjîtal ên EBAyê bên dayîn.
Ji hêla MEBê ve di pêvajoya onlîne de ji bo xwendekarên hewcedariya wan bi kompûter û înternetê heye, hejmara Navendên Alîkariyê yên EBAyê li hemû Tirkiyê derkete 12 hezar 238an. Ev hejimar yê di pêvajoya pêşiya me de zêdetir bibe.
Miduriyetên bajar û navçeyan ên wê tabletan li xwendekaran belav bikin. Rêveberên dibistanan jî wê xwendekarên pêwistiya wan hebe diyar bikin û tabletan li wan belav bikin. (RT/AY/FD)