Wezareta Parastina Neteweyî Meclisa Nûneran a Amerîkayê ya ku komkujiya Ermaniyan qebûl dike û PKK(Partîya Karkerên Kurdistanê)/YPGyê(Yekîneyên Parastina Gelî) wek mutefîq bi nav dike şermezar kiriye.
Daxuyanîya wezaretê
"Em Meclisa Nûneran a Amerîkayê ku qaşo komkujiya Ermeniyan qebûl kir û Meclisa Neteweyî ya Fransayê ku PKK/YPGyê wek 'mitefîq' pênase kir, şermezar dikin. Biryara Meclisa Neteweyî ya Fransayê ya ku Herekata Kaniya Aştiyê hedef digre hewldaneke veşartina rastiyê ye ku di serî da gelê Fransayê û ji raya giştî ya dinyayê tê veşartin."
"Amerîkayê li dijî welatê me û rêveberan biryara astengkirinê wergirt ku ev yek hem li dijî rêkeftina 17ê Cotmeha 2019an e û hem jî li dijî rihê hevkariya stratejîk û mitefîqiya NATOyê ye."
"Divê bê zanîn di navbera Ewropa û terorîzmê da, dîwarê dawîn Tirkiye ye.”
(MB)
*Çavkanî û wêne: AA