Wezareta Parastinê: Li Sûriyeyê 2 leşker hatine kuştin
Wezareta Parastinê diyar kiriye ku di êrîşekê de li bakurê Sûriyê 2 leşkerên wan hatine kuştin.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Parastinê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku duh Sêşema 26ê Tîrmeha 2022an de li herêma Operasyona Mertalê Firatê êrîşek li dijî yekîneyeke artêşa wan hatiye pêkanîn.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di encama êrîşê de 2 leşker hatine kuştin.
Wezareta Parastinê aşkere kiriye ku Leşkerên Bipere ên di baregeha li herêma “Firat Kalkani” de Mevlut Yogurtçû û Mert Otal hatine kuştin.
Li gorî wezaretê, ew herdu leşker destpêkê di encama êrîşê de birîndar bûne û ji bo dermankirinê ew birine nexweşxaneyê, lê belê ji ber giraniya birînan her du leşker tevî hemû hewldanan li nexweşxaneyê mirine.(TY/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.