Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê di 6ê Kanûna Pêşiyê de li ser Sûrê raporek nivîsîbû.
Wezareta Karên Navxweyî li ser raporê nivîsî ku “tiştên di raporê de hatine nivîsîn ne rast in, tedbîrên li Sûrê meşrû û li gor pîvanan bûn.”
Di 2yê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê de li Navçeya Sûrê ya Amedê derketina derve hatibû qedexekirin û hê jî qedexe dewam dike.
Di raporê de çi hebû?
Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê(AMNESTY) da zanîn ku “bi zordariya rayedarên Tirkiyeyê, bi hezaran kesên li Sûrê jî tê de, nêzîkî nîv milyon kes mecbûr mane bar bikin.”
Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê li ser barkirin û awarebûna ji mecbûrî raporek belav kir.
Birêveberê Ewropa û Asyaya Navîn ê Amnestyê, John Dalhuisenî rapor xwend.
“Li Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê zordariya li serûbinbûna jiyana mirovên ji rêzê gelek nebûne nûçe lê nûçeyên li ser zordariya li saziyên civakî hatine çêkirin.
Amnestyê red kir ku ji ber ewlehiyê derketina derve hatiye qedexekirin. Rêxistinê dîyar kir ji xwe ji beriya heşt mehan şer sekinîbûn.
“Piştî hewildana derbekirinê, rêxistinên Kurdan bûye armanc. Bi girtina wan rêxistinan xelkê hejar êdî nikare alîkariyê bistîne.
“Divê hikûmet bi lez qedexeya derketina derve rake.”(AS/MB)