Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji bo Dogan Akhanliyê nivîskar lêpirsînek hatiye dest pê kirin û dadgehan ji bo wî ti biryar nedane lê Wezareta Karên Navxweyî ew wek sûcdar îlankir.
Rayedarên Ewropayê eşkere kiribûn ku “Tirkiye ji bo karên nelirê Înterpolî mijûl dike.” Li ser vê yekê Wezareta Karên Navxweyî bersiveka nivîskî belav kir.
Bixwîne - Merkel: Bila Tirkiye ji bo karên nelirê Înterpolê bi kar nehîne
Di bersiva wezaretê de digel ku hêj ji bo Akhanliyî dadgehan ti biryar nedane û lêpirsîn didome wezaretê diyar kir “[Akhanliyî] mirov kuştine, bi çekan cih şelandine.”
Ji bo vê doza li Dogan Akhanliyî hatî vekirin ku ew bi “cînayet û şelandinê” dihat sûcdarkirin wî berê beraet kiribû.
Piştî biryara dadgehan Dadgeha Bilind jî biryar dabû divê bi tenê li ser minaqeşeyên endambûna rêxistinê doz bê birêvebirin.
Wezareta Navxweyî diyar kiriye ku bi gotinên Merkelê Akhanli serbest hatiye berdan lê dema Merkelê behsa “kirina karên nelirê yên Tirkiyeyê ji bo Înterpolê” kirî ji xwe Akhanli serbest hatibû berdan.
Dogan Akhanli kî ye?
Ew di sala 1957ê de li navşeta Şavşatê ya Artvînê hatiye dinê. Wî romanên li ser qirkirina Cihû û Ermenan nivîsîne.
Di sala 1989ê de hat îdiakirin ku wî telîmat daye û bi telîmata wî navendeka pereguhertinê ya li Emînonûya Stenbolê hatiye şelandin. Ew ji ber wê îdiayê 113 rojan di girtîgehê de ma û di sala 1991ê de çû Almanyayê. Ji wê demê ve li wê derê dijî.(AS/MB)